Zelensky bersiva îdiayên Rûsya da: Li welatê me ti çekek kîmawî nehatiye çêkirin

Rûsya dixwaze ji bo êrişa xwe ya li ser Ûkrayna hincetekê peyda bike. Herî dawî îdiaya ku li Ûkrayna çekên kîmawî dihat çêkirin avêt naverastê. Serokomarê Ûkrayna Zelensky got, Li ser xaka Ûkrayan tu xebatek ya ji bo çekên kîmawî pêk ne hatiye. Koşka Spî jî dibêje, ew bi polîtîkaya xwe ya niha didin meşandin, pêşî li şerê cîhanê digrin. Serokê Rûsya Putin jî îdia dike ku ew ê ji vê rewşê bihêz derbikevin.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di demekê ku şerê li welat dijwar bûye de ji cîhanê re axivî.

Volodymyr Zelensky derbarê îdiayên Rûsyayê yên ku li Ûkraynayê laboratûarên biyolojîkî hatine avakirin û ceribandinên kîmyewî hatine kirin de got,

Ez serokekî jêhatî yê welatekî jêhatî me.

Ez bavê 2 zaroka me.

Li ser axa min tu çekên kîmyewî an jî çekên din ên îmhayê nehatine çêkirin.

Hemû cîhan vê yekê dizane

Zelensky di axaftina xwe de ji Yekîtiya Ewropayê re peyamek şand û got,

“Îro û siberojê nîqaşên li ser paşeroja Ûkraynayê yên li YEyê wê bidomin.

Ez bawer dikim ku gelê me, dewleta me, artêşa me ji bo ku li wir bin hertiş kirine.

Îro her roj dema ez li paytextên Ewropayê çalakiyan dibînim, ez dibêjim ji xwe em di YE de ne.

Lê gelo siyasetmedar?

Koşka Spî: DYA hewil dide pêşiya şerê cîhanê bigre

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki hişyarî da ku Rûsya dikare çekên kîmyewî bi kar bîne û got,

“Amerîka xwe ji gavên ku aloziyê kurtir dike paşde de.

Em ê nebin sedema şerekî navneteweyî.

DYA di rewşeke pêşîgirtina şerê cîhanê de cihê xwe digre.

Putin: Em ê ji vê rewşê bihêz derbikevin

Li aliyekî din, Rûsya ku di bin cezayên welatên rojavayî de mahî bertek nîşan da.

Serokê Rûsya Vladimir Putin têkildarî cezayan axivî û got:

Ev ceza wê di rengê bihabûna gaza xwezayî û xwarinê de, li Ewropa vegere.

Putin îdia kir ku ew ê ji vê rewşa heyî bihêztir derbikevin.

Putin diyar kir ku gaza xwezayî ya ji Rûsya ber bi Ewropa ve diçe mîna berê dixebite û ev tişt anî ziman:

Ev tiştek ecêbe, lê rastî eve.

Back to top button