Salvegera 12’ê Adarê..Yek ji jinên ku di bûyê de amade bû Fatima Tahir

Sibe salvegera Serhildana 12’ê Adarê ye, ku di wê serhildanê de bi dehan ciwanên Kurd bûn qurbaniya hovîtiya hikûmeta Şamê. Yek ji jinên ku di wê bûyera biêş de amade bû Fatima Tahir e. Fatme da zanîn ku armanca rêjîma Baasê ji vê êrişê, derxistina tevlihevî û nakokiyan di navbera gelê Kurd û ereb de ye.

Sibe salvegera serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê ye.

Beriya 18 salan Rejîma Baas a Sûriyê xwest di navbera Kurd û Ereban de fitneyê derxîne.

Wê demê navbera tîma Fetwa ya ji Dêra Zorê û tîma Cîhad a ji Qamişlo maça futbolê hebû.

Hin kesên ku ji aliyê Rejîma Sûriyê ve hatibûn şandin li dijî gelê Kurd slogan avêtin.

Şêniyên Qamişlo jî nerazîbûn nîşanî wan sloganan dan.

Li ser vê yekê komeke êrişkar ku berê xwe amade kiribû, bi kêr, kevir û çekan êrişî xelkê kirin.

Polîs û leşkerên rejîmê jî li şûna dest li rewşê werdin û tevliheviyê bi dawî bikin, yekser wan jî êrişî xelkê Qamişlo kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, şêniyên bajêr ber bi stada maçê ve meşiyan.

Lê belê vê carê bi fermana berpirsyarê parêzgeha Hesekê Selîm Kebûl, polîsan gule li girseyê reşandin.

Ji jinên ku di bûye şahidê wê kêliyanan Endama Rêxistina Kongra Star ya bajarê Qamişlo Fatima Tahir e.

Fatima Tahir diyar kir ku ew bûye şahidê gelek bûyerên ku li bajarê Qamişlo qewimîne, lê ya herî biêş serhildana 12’ê Adara sala 2004’an bû.

Fatima Tahir anî ziman ku serhildana 12’ê Adarê roja pejrîna çirûska îradeya Kurd li dijî zilim û zordariyê bû.

Di dawiyê de fatima da xuyakiirn ku bi saya projeya neteweya demoqratîk ku di bingeha xwe de wekhevî û biratiya gelan dihewîne, gelê Kurd û Ereb bi hev re dijîn, kar dikin û di çeperekî de şer dikin.

Back to top button