Hewldana reşkujiyê li hemberî Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar

Sala 2017’an li Ewropayê li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hewldana reşkujiyê hatibû kirin. Rûniştina doza li ser hewldana reşkujiyê li Brukselê hate dîtin. Di 22’ê Nîsanê de wê biryar were dayîn.

Di sala 2017’an de li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar li Ewropayê hewldana reşkujiyê hatibû kirin.

Rûniştina vê dozê li Brukselê hate dîtin.

Di 18’ê Hezîrana 2021’an de biryara vekirina dozê hatibû dayîn.

Di dozê de Zekerîya Çelîkbîlek, Yakûp Koç, Necatî Demîrogûllari û Haci Akkûlak tên darizandin.

Parêzerê Aydar û Kartal, Jan Fermon dosye amade kir û di dosyeyê de diyar dike ku li Ewropayê toreke berfireh a sûîkast û sîxuriyê hatiye avakirin.

Delîlên cîddî hene ku hewldana sûîkasta li Brukselê ji aliyê Îsmaîl Hakki Mûsa ve hatiye koordînekirin.

Endamên koma sûîkastê di sala 2017’an de dema li dora avahiya KNK keşif dikirin, polîsan ew girtibûn.

Di dema kontrolê de li ser Yakûb Koç nasnameya polîsan hatibû dîtin û dekretibû holê ku Zekeriya Çelîk jî berê leşker bû.

Necatî Demîrogûllari yê li Belçîkayê dijî di warê lojîstîk û peydakirina xebatkaran de erk girtiye.

Haci Akkûlakê ku Kurd e ku wekî sîxur tê bikaranîn, fêm dike bûyer ber bi sûîkastê diçe ji polîsên Belçîkayê re mikur tê.

Hatibû tespîtkirin ev kesên di nav koma sûîkastê de cih digirin têkiliya wan bi Enqere û Qesra Serokkomariyê ya Tirkiyê heye.

Bi saya şopandina teknîkî û axaftinên di telefonan de diyar bu ku li Ewropayê toreke berfireh a reşkujiyê heye û ev tor bi fermana Enqereyê tê birêvebirin.

Di rûniştinê de parêzer Jan Fermon qala têkiliyên koma reşkujiyê û axaftinên di navbera wan de kir.

Dozgerekî nû kete dozê û diyar kir ev gilîkirin sûc, xwedî çawaniyeke ‘rastîn’ e lê ev rewş ‘zêde ne zelal e’.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku dewleta Tirk ne bi tenê wan, hemû kesên mûxalif dike hedef û got:

“Em hêvîdar in ji bo sûîkast û hewldanên wisa pêk neyên, biryara dadgehê wê girîng be.”

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî diyar kir ku Akkûlak û Çelîkbîlek dema axivîne, Çelîkbîlek ji Akkûlak re gotiye ‘Binêre ya Parîsê jî me kir, lê tiştek nebû’.

Heyeta dadgehê wê di 22’ê Nîsanê de biryarê bide.

Back to top button