Bedrî Çakmak ku dereng hat berdan jiyana xwe ji dest da

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş her diçe girantir dibe. Her wiha zext û êşkenceyên li ser girtiyên siyasî yên Kurd jî her diçe zêde dibe. Girtiyekî din yê ku bi derengî hat berdan jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên malbatên girtiyan jî dewam dikin.

Li zîndanên dewleta Tirk zext û êşkenceyên li dijî girtiyên siyasî ên Kurd her diçe zêde dibe.

Girtiyên nexweş bi ti awayî nayên dermankirin û yên cezayên wan qediyane jî nayên berdan.

Di encama van polîtîkayên li dijî girtiyan de, gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin.

Hate ragihandin Bedrî Çakmak ê ku li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra mîdeyê ket û pir dereng hate berdan, doh bi şev jiyana xwe ji dest da.

Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran re ya Med, wefata Çakmak li ser hesabê xwe yê twîterê ji raya giştî re eşkerekir.

MED TUHAD-FED’ê, diyar kir tevî nexweşiya Çakmak ya giran û rapora nikaribû di hepsê de bimîne hebû jî, dema xwe de nehat berdan û got:

Ji mirina Bedrî Çakmak destilata Tirk berpirsiyar e.

Girtiyê ku ji sedî 80 astengdar e û cezayê wî bi dawî buye jî nayê berdan

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya di 14’ê kanûna 2021’an de hat ragihandin, 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Ji wan yek girtiyan jî yê bi navê Erol Balci ku ji sedî 80 astengdare.

Herwiha piştî ku Balcî tê girtin, çavê wî yê rastê li girtîgehê kor dibe.

Tevî ku cezayê Balci xelas bûye jî nayê berdan.

Li girtîgeha tekîrdagê greva birçîbûnê 54 roj in dewam dike

Li aliyê din li dijî binpêkirinên mafa yên li gîrtîgehan, çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan jî dewam dikin.

Li Girtîgeha Tekirdagê di 19’ê Kanûna 2021’ê de piştî wefata girtiyê bi nav Vedat Erkmen, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Grêva birçûbûnê ya girtiyan 54 roj in bi biryarderiyek xurt didome.

Sevgul Karadaş a hevjîna Huseyîn Karadaş yê di greva birçîbûnê de ye, çend roj berê bi telefonê bi hevjînê xwe re axiviye.

Sevgul Karadaş diyar kir di hevdîtinê de hevjînê wê gotiye

Heya pirsgirêk neyên çareserkirin ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin

An dê mafên me yên qanûnî esas bên girtin an jî wê cenazeyê me derkeve.”

Çalakiya malbatên girtiyan a li wanê 89 roj in dewam dike

Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn.

Di roja 89’an a Nobeta Edaletê de Komeleya Meleyan û Komîsyoya Baweriyan a HDP’ê çûn serdana malbatên girtiyan.

Endamê Komîsyona Meleyan Îbrahîm Sungur li ser navê komê axivî û hevî kir, têkoşîna edaletê ya malbatan bibe wesîleya rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan.

Back to top button