Wê sibe li Silêmaniyê şêwra jinên Kurd bê li dar xistin

Komîsyona Jinan a KNK’ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê wê sibe li Silêmaniyê li ser rewşa jinên Kurd civînekê li dar bixin.

Civîn bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” wê ji aliyê Komîsyona Jinan a KNK’ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li Hola Tewar pêk were.

Di çarçoveya civînê de wê 2 panel bêne lidarxistin û 5 mijar bêne nîqaşkirin.

Di panela destpêkê de wê mijarên “Tundiya li jinan, girtina jinan a ji ber desthilatdariya siyasî, bandora qanûn û çandê li jinan, rewşa jinan a di bin zexta siyasî de” bêne nirxandin.

Mijara panela duyemîn jî wê “Rewşa jinan a di bin desthilatdariya dagirker de û rewşa jinên Êzidî” bin.

Tê payin ku ji her çar aliyên Kurdistanê aktîvîst û parlamenterên jin tevlî civînê bibin.

Back to top button