HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ DBP’Ê ARSLAN: BANGAWAZIYA OCALAN JI BO ÎKTÎDAR Û GELÊN TIRKIYÊ ŞANSEK E

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û Serokê şanazî yê (HDP) Ertûg-rûl Kurk-çu peyama Rêber Ocalan nirxandin û gotin;
Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de careke din rola xwe ya pêşengtiyê derxist holê. Birêz Ocalan bi vê yekê şanseke din da ber Tirkiyê. Bi rakirina tecrîdê re tenê ne kurd, Tirkiye, demokrasî û azadî bi ser ketin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, tecrîda li ser Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re nirxand.

Arslan, destnîşan kir ku şikandina tecrîdê serketin e lê belê ev serketin ne serketine erzan e û got:

“Helbet bidawîbûna tecrîdê pir girîng e.

Em mecbûr man bedêlên pir giran bidin.”

Arslan, bilêv kir ku li Tirkiyê krîza civakî, aborî û siyasî serî berdaye û ev yek kiriye ku AKP hew karibe siyasetê bike.

Arslan, got:

“Li Tirkiyê êdî tenê ne kurd, tevahiya civakê behsa lihevkirineke civakî û pêkanîna hiqûqê dike.

Ji xeynî Birêz Ocalan tu hêz tune ye ku li Tirkiyê demokrasî û çanda lihevkirinê pêk bîne.

Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de careke din rola xwe ya pêşengiyiyî derxist holê.

Bi bangawaziya Birêz Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn.

Wisa difikirim ku Birêz Ocalan bi vê yekê şanseke din da ber Tirkiyê.

Bi rakirina tecrîdê re tenê ne kurd, Tirkiye, demokrasî û azadî bi ser ket.”

PEYAMA RÊBER OCALAN
KURKÇU: LIHEVKIRIN “BERDEWAMIYA NEXŞERÊYA” OCALAN E

Her wiha Serokê şanazî yê HDP’ê Ertûg-rûl Kurkçu jî der barê peyamên Ocalan de axivî.

Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku gotina “lihvekirina civakiyî” ya Rêber Ocalan îfadeya biryardayîna bihevrebûnê ye û got:

“‘Lihevkirin’ berdewamiya mantiqî ya ‘nexşeya rê’ ya Ocalan e.”

Leave a Reply

Back to top button