Hikmet Hebîb: Zanebûna gel nehişt rêjîma baasê bighêje armancên xwe

Serokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb behsa êrişên 2004’an kir û anî ziman ku bi saya hevgirtin û zanebûna gel rêjîma Baasê negihaşt armancên xwe.

Serokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ku ji êrişên 12’ê Adarê re bûye şahid ji ANHA’yê re axivî.

Hikmet Hebîb anî ziman ku Rêjîma Baasê xwest navbera pêkhateyan de fitneyan derbixe, lê negihaşt armancê xwe û wiha dewam kir:

”Rejîma Baasê di siyaseta xwe de, xwedî gelek rêbazên qirêj e. Wê demê hewl da bi rêya maçê civakê parçe bike û tevliheviyê derxe.

Lê ji ber têkiliyên dîrokî yên di navbera şêniyên herêmê de, rola pêşeng a êlan û zanabûna civakê, rêjîm negihaşt armancên xwe.”

Tevî hemû hewldanên derxistina fitneyên navxweyî, lê dîsa jî projeya neteweya demokratîk hat avakirin û yekitiya pêkhateyan çêbû.

Li ser vê jî Hebîb destnîşan kir ku xwedîderketina gel li projeya neteweya demokratîk, rê neda ku bûyerên 2004’an li herêmê dubare bibin.

“Rejîmê hewl da gel û eşîran li dijî projeya Rêveberiya Xweser tehrîk bike, lewma îdia kir ku Rêveberî tenê Kurdan digire nava xwe.

Lê vê carê rewş cuda bû, gel projeya xwe ya demokratîk kir bingeh û li dijî hemû awayên terorîstane sekinîn.

Bi saya vê hevgirtinê, herêm ji Til Koçerê bigire û heta Reqa û Dêrazorê rizgar bû.

Bi rêya projeya demokratîk, neteweya demokratîk û xwişk-biratiya gelan, yekitiya gelan ava bû.”

Hebîb diyar kir ku hikûmeta Şamê hîna jî di nava hewldanên derxistina tevliheviyê de ye û got:

”Hikumeta Şamê hîna jî siyasetên xwe yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de, dewam dike.

Ji van siyasetan banga lihevkirinan da ku bide xuyakirin ku gelê Dêra Zorê û herêmên din, li dijî projeya neteweya demokratîk in.”

Dawiyê Hikmet Hebîb bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember şerê taybet ê hikumeta Şamê dide meşandin, hişyar bin.

Back to top button