Li Silêmaniyê şêwra jinên Kurd hat li darxistin

Komîsyona Jinan a KNK’ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li Silêmaniyê bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin”li ser rewşa jinên Kurd şêwirek li dar xist. Şêwira ku bi nîqaşên dewlemend ên dibiniya du panelan de hatin kirin bi encamnameyê dawî bû.

Şêwira Jinên Kurd a bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” li Hola Tawar a bajarê Silêmaniyê hate li darxistin.

Şêwirê bi axaftina Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad destpê kir.

Kafiye Silêman anî ziman ku di van demên dawî de kuştina jinan û tundiya li dijî jinan zêde bûye, ev jî pirsgirêkek civakî ye.

Divê jin li dijî êrişan, xebatên siyasî û yasayî xurt bikin.

Zeyneb Murad: Divê li dijî her cure êrişan dengê jinan bilind bibe

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî diyarkir ku li her çar aliyê Kurdistanê li dijî jinan êriş tê kirin û diyar kir ku divê li hemberî van êrişan têkoşîna jinan di hemû qadan de bilind bibe.

Sîrwa Nasirî: Li Rojhilatê Kurdistanê 80 hezar û 178 jin rastî tundiyê hatine

Piştre Sîrwa Nasirî rewşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku zagonên dewletan, rê li pêşiya tundiya jinan vedike û got:

Li Rojhilatê Kurdistanê, di sala 2021’an de 80 hezar û 178 jin rastî tundiyê hatine û 791 zarok di temenê biçûk de hatine zewicandin.

Endama Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistan Şewbo Mistefa Eskerî jî diyar kir ku ji ber hişmendiya mêr û eşîran jin bi êşkence û tundiyê re rû bi rû mane.

Divê jin xwebirêxistin bikin û li hemberî desthilatdarî û koletiyê dengê xwe bilind bikin.

Ayşe Acar Başaran: Desthilatdar dixwazin di şexsê jinan de dengê ciwanan jî bibirin

Berdevka Meclisa Jin a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî rewşa jinên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê nirxand û da zanîn bi polîtîkayên kûştinê dixwazin di şexsê jinan de dengê ciwanan jî bidin qirkirin.Jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin tên girtin.

Piştre jinan li ser mijarên hatine diyarkirin nirxandin kirin.

Evîn Siwêd: Jinan bi şoreşa Rojava re xwe bi rêxistin kirin

Di panela dûyemîn a şêwira jinên Kurd de panelîst Evîn Siwêd mijara di bin dagirkeriyê de rewşa jinan û panelîst Sabîha Sebrî Îbrahîm jî mijara di roja me ya îro de rewşa jinên Ezidî nirxandin.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ya Başûrê Kurdistanê Evîn Swêd dest nîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê têkoşînek mezin li hemberî hişmendiya mêr heye û got:

“Jinan xwe bi Şoreşa Rojava re birêxistin kirin. Ew yekîtî û hevgirtina jinan hişt ku gelek destkeftî çêbibin û bi pergala hevserokatiyê re rêxistina xwe hîn zêdetir mezin kirin.

Sabîha Sebrî: Jinên êzîdî li hemberî hemû siyasetên li dijî şengalê tên kirin serî hildan e

Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî Îbrahîm jî behsa êrişên li ser Şengalê kir û da zanîn ku di hemû êrişan de yên herî zêde bi tûndiyê re rû bi rû dimînin jinên Êzidî ne û got:

“Jinên Êzidî êdî li hemberî siyaseta heyî ya li ser Şengalê serî hildane. Ji bo me ax û şerefa me Şengal e. Rêxistinên xwe avakir. ”

Şêwra Jinên Kurd bi encamnameyekê bi dawî bû

Şêwira jinên Kurd a di çarçoveya du panelan de hatin lidarxistin bi xwendina encamnameyê dawî bû.

Encamnameya şêwira jinên Kurd wiha ye:

-Pêwîste jinên Kurd û Kurdistan bi yekîtî û hevrebûna xwe sînorên ku dibin asteng debas bikin.

-Pêwîste jinên Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe li ber hev berpirsyar bibînîn.

-Divê jin deng û helwestên xwe li hember partî û aliyên siyasî bilind bike.

-Parastina jinên Êzidî li Şengal erkê serekî yê jinan e.

-Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengî heye. Berî her kesê pêwîste jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.

-Bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin.”

Back to top button