Îro, li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişlo şehîdên vê rojê bi merasimekê hatin bibîranîn..
Îro salvegera 18`an a Serhildana 12`ê Adarê a li Qamişlo ye.
Reima Baasê di maça tîma Cîhad a Qamişlo û Fitiwe ya Dêrazorê de ku di 12`ê Adara 2004`an de li dar ket, komkujiyeke mezin pêk anî.
Di wê komkujiyê de 36 welatî şehîd bûn.
Di encama wê de serhildanên berfireh li hemû bajarên Rojava, Heleb û Şamê li dar ketin.
Ji bo bîranîna salvegera 18`an a Serhildana 12`ê Adarê, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îro merasîmek li Stada Şehîdên 12`ê Adarê li dar xist.
Gelek şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê û Dêrazorê tevlî merasîmê bûn.
Merasîmê bi koma Bando dest pê kir
Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî.
Her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman dayîka Şehîd Hozan jî axivî:
Piştî axaftinan koma taykwando ya bajarê Hesekê li saha fotbolê lîstikên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwe ya Dêrazorê maç lîstin.