Leşkerên Rûsya balafirgehek Ûkrayna kontrol kirin

Şerê li Ukraniya di roja 17’an de ye. Rûsya bi dijwarî êrişên xwe yên li nava Ûkrayna didomîne û berê piranî hêzên xwe daye Kîevê. Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku heta niha 3 hezar û 491 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatine rûxandin.
Leşerên Ûkrayna jî ji bo parastina paytextê di nava tevgerê de ne.

Artêşa Rûsya li derdora paytexta Ûkrayna Kîevê kom dibin.

Hêzên Rûsya ji bo kontrolkirina herêmê, li gelek cihan bi rêya hewayî leşkeran dadixe.

Wezareta Parastinê ya Rûsya dimenê balafirgehek Ûkrayna ku ji aliyê leşkerên wan ve hatî kontrolkirin weşand.

Wezaretê derbarê herêma balafirgehê de ti agahî parve nekir.

Li aliyekî din jî dimenên têkbirina cebilxaneyek yên leşkerên Ûkrayna jî hate weşandin.

Helîkopterên Rûsya jî ji bo armanckirina herêmên hatine diyarkirin, ji asîmanan danakevin.

Bi dehan helîkopter bê navber di rewşek amade de ne.

Rûsya: Nêzî 3,500 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatin têkbirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan 3 hezar û 491 navendên binesaziya leşkerî li Ûkraynayê îmha kirine.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov diyar kir ku hêzên cudaxwaz li herêma Donbass ya dikeve rojhilatê welat 5 bajarokên din kontrol kirine.

Leşkerên Ûkrayna ji bo parastina Kîevê amadekariyên dawî dikin

Duman li ser Ûkrayna bilind dibe.

Lê Ûkraynî ji ya xwe danakevin.

Hêzên Ûkrayna, karwanek tankên Rûsya yên nêzî paytextê bûyîn kirin armanc.

Bi dehan tankên Rûsya neçar man ji herêmê paşde vekişin.

Wezareta Parstinê ya Ûkrayna jî dimenê piştî êrişê bi raya giştî re parve kir.

Di dîmenan de jî tê xuyakirin ku beşek ji leşkerên Rûsya tankên xwe pey xwe hiştine û reviyane.

Her wiha li nêzî Kîevê jî leşkeran xendekên parastinê çêkirine.

Di nava tariya şev de, leşker di van xendekan de, tevgera hêzên Rûsya ji nêz ve dişopînin.

Di nava leşkerên Ûkrayna de kesên temenmezin jî xuya dikin.

Ev kesên ku weke xwebexş beşdarî artêşê bûne, li dijî Moskow bihêrsin.

Cîgira Serokomarê Ûkraynayê Irina Vereşuk ragihand ku tevî herêmên Mariupol û Pologi wan ji bo veguhestina sivîlan li zêdetirî 10 cihên niştecihbûnê yên li herêmên Kîev û Sûmiyê jî di nav de korîdora alîkariya mirovî vekirine.

Zelensky: Revandina şaredarê Melitopol li dijî demokrasî sûc e

Her wiha artêşa Rûsya Serokê Şaredariya Melitopol revandin.

Li dijî vê yekê serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky bertek nîşan da û got:

Ev yek li dijî demokrasiyê sûce.

Back to top button