HDP: OPERASYONA TIRKIYÊ YA LI BAŞÛR KRÎZÊ GIRANTIR DIKE

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê nerazîbûn nîşanî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê da û diyar kir, operasyon krîzê girantir dike.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê derbarê êrîşên Tirkiyê li ser başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û got:

Şer ne çareserî ye, israra di şaştî û mirinê de ye, welat û civakê bê pêşeroj dihêle.

Pêvajoya pirsgirêka Kurd nîşaneya berbiçav û giran a vê yekê ye.

Polîtîkayên têkçûyî yên derbarê Sûriyê de nîşaneya vê yekê ye.

Êrîşa li dijî Rêveberiya Herêmî ya başûrê Kurdistanê beriya her tiştî li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Binpêkirina serweriya welatekî cîran e.

Ya herî girîng jî hewldana ji bo girankirina pirsgirêkan e ku pêşî li aştiya civakî digirin.

Çareseriya pirsgirêka Kurd bi şer û êrîşan nabe, bi afirandina bingeha ‘lihevkirina civakî’, diyalog û danûstandinan dibe.

Lewma bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji vê şaşitiyê berde.

Leave a Reply

Back to top button