Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hîşê yê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama vê topbaranê de 3 zarok birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend saetan gundê Hîşê yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Di encama vê topbaranê de 3 zarok birîndar bûn.
Navên zorokên birîndar wiha ne:
Xelef Casim El-Firêc ê 15 salî.
Ewad Casim El-Firêc ê 14 salî û Mahir Newaş Enêzan ê10.
Heta amadekirina vê nûçeyê jî êrişên dewleta Tirk dewam dikirin…