Li Hewlêrê li dijî balyozxaneya Amerîkayê êrişek pêk hat

Şevê din balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û derdora wê rastî êrişên bi mûşekan hat. Êriş ji aliyê Wezareta Karê derve ya Amerîkayê, Mistefa Kazimî û Neçîrvan Barzanî ve hat şermezarkirin. 

Doh di derdora seet 1’ê şevê li Hewlêrê êrişek pêk hat.

Êriş bi 12 mûşekan û li dijî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin.

Wezareta Navxweyî ya Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê êriş piştrast kir.

Hat ragihand hinek ji wan mûşekan nêzî cihên sivîl lê dijîn, ketine.

Derveyî ziyanên madî ti ziyanên canî çênebûne.

Tenê kesek sivik birîndar bûye.

Dij Terora Başûrê Kurdistanê jî der barê êrîşê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxwiyaniyê de hat ragihandin “12 êrişên mûşekî ji derveyî sînorên Başûrê Kurdistan û Iraqê, ji aliyê Îranê ve hatiye kirin.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek belav kir û tê de ev got:

“Êrîşa li ser Hewlêrê êrîşa li dijî ewlehiya gelê me ye.”

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî êriş şermezar kir û diyar kir ku ev êriş serweriya Iraqê bin pê dike.

Nêçîrvan Barzanî bang li hêzên navdewletî kir ku li hemberî vê êrişê xwedî helwest bin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û ragihand “Hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê dest bi lêkolînê kirine.”

Supaya ؛asdaran a Îranê berpirsyartiya êrişê li xwe girt

Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê bi fermî berpirsyartiya êrişa şeva borî li dijî Hewlêrê pêk hatî li xwe girt.

Di daxuyananiyê de hate diyar kirin, êriş li li dijî baregehek stratejîk a îstixbareta Îsraîlê (Mosad) pêk hatiye.

Back to top button