HPG: LI XAKURKÊ 16 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên Gerîla li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Kurdistanê çalakiyên xwe zêde dikin.
Di çalakiyên bi bandor de derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker didin.
Navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek weşand.
HPG’ê ragihandin ku li Xakurkê di çalakiyên gerîla de 16 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parvekirin:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên Gerîla dewamin.

29 Gulanê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî pêk anîn.

Li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê, çalakî pêk hat.

Di encama çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Li Girê Şehîd Botan jî, gerîlayan çalakiyeke din lidarxisitn.

Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin.

Lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên di çalakiyê de hatine kuştin gihişt 5’an.

Li girê Lêlîkanê çalakî pêk hat, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zanîn.

Li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê çalakiyek hat lidarxistin û 2 leşker hatin kuştin.

Her wiha hêzên gerîla li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.

Li vir jî 5 leşker hatin kuştin.

Piştre artêşa dagirker herêm bombebaran kir, ji ber bombebaranê Gerîlayek şehîd bû.

Li aliyê din mediya artêşa Tirk a dagirker wekî her car bi derewan rastiyan berevajî dike.

Îdîa kir ku gelek gerîla şehîd bûne, bi vî rengî hewl da têkçûna xwe veşêre.

Lê ev agahî durî rastiyê ne, ji dema destpêkirina operasyona dagirkeriyê û heta niha tenê gerîlayek şehîd bûye.

Em bang li gelê xwe û raya giştî dikin bi van dewrewan neyên xapandin.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê ji niha û pê ve jî li dijî her pêla êrîşan erka xwe ya dîrokî bi cih bînin.

Leave a Reply

Back to top button