Salih Muslim: Sîstema Netew-Dewletê ji bo berjewendiyên xwe tundiyê bi kar tîne

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim tev li bernameyeke taybet a televizyona me bû û der barê hişmendiya Netew-Dewletê de nirxandin kir.
Salih Muslim dibêje:
Sîstema Netew-dewletê bi zext û zorê dixwaze civakê bi rê ve bibe û her tim pêkhate li dijî hev bi kar anîne.
Rêveberiya Xweser jî bi pêşxistina fikrê xwişk û biratiya gelan, hişmendiya netew-perstiyê li Rojava gelekî lawaz kiriye. 

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê Salih Muslim bû mêvanê bernameyeke taybet a televizyona me û têkildarî hişmendiya Netew-Dewletê nirxandin kir.

Salih Muslim da zanîn ku sîstema Netew-Dewletê xwe li ser bikaranîna çeka zorê ava kiriye û her ku desthilata ku dewletê bi rêve dibe dikeve xeteriyê êrişî gel dike.

Salih Muslim da zanîn ku Netew-dewletê ji bo gel di xizmeta wî de bimîne her tim dijminê derve û hindir çêdike û mînaka vê jî rejîma Be’ese .

Salih Muslim: Desthilata bees civakeke kole ava kir û li dijî zextan ew bêdeng kir

Muslim diyar kir ku desthilata Be’es civakek kole ava kir hişt ku civaka ereb li dijî zextên wê yên li ser kurdan bêdeng bin.

Salih Muslim: Rêveberiya Xweser hişmendiya xwişk û biratiya gelan bi pêş xist

Li beramberî vê hişmendî û sîstemê, Salih Muslim Rêveberiya Xweser û projeya wê ya Netewa Demokratîk bi bîr xist.

Muslim destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser heta astekê di civakê de hişmendiya netewperestiyê guhertiye û hişmendiya xwişk û biratiya gelan bi pêş xistiye.

Salih Muslim: Armanca me avakirina civakeke exlaqî û polîtîk e

Salih Muslim destnîşan kir yek jia armancn wan ên bingehîn avakirina civakeke exlaqî û polîtîk e.

Dawiya nirxandina xwe Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê ev peyam da.

Back to top button