Liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Mexmûrê êrişê hêzên Iraqê kirin, di encama êrişê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Fermandarê Xwebexş yê pêşmerge ê li Herêma Mexmûrê Xazî Feysel derbarê êrişê de agahî da ajansa Roj News.
Xazî Feysel got:
“Saet 01:10’an de çeteyên DAIŞ’ê li gundê Girdehar ya ser bi çiyayê Qereçoxê êrişî ser noqteyek leşkerên Iarqê kirin.
Di encamê de 2 lekerên Iarqê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.”
Xazî Feysel da zanîn ku çeteyan li ser rê mayîn çandibûn û wiha domand :
Dema hêzên Iraqê bi hewara hêzên xwe çûne, mayîn bi wan ve teqiyaye.
Derbarê encamên teqîna mayînê de ti agahî li ber destê me tu nene .
Li gorî Feysel tiştek bi çeteyan nehatiye û vegeriyane kozikên xwe yên di çiyayê Qereçoxê de.