Meclisa kantona Girê Spî ji ber rewşa ziwabûna li herêmê, piştgirî dide qada çandiniyê. Berpirsê Gerînendeya Çandiniyê ya navçeya Girê Spî Ebdullah El-Xelîl diyar ku rewşa leşkerî ya kantona Girê Spî gihandina destekê ji bo hin gundewarên kantonê asteng dike.
Der barê pêwîstiya cotkaran bi semadê û sedema rawestandina belavkirina wê de, Ebdullah El-Xelîl got :
“Pêwîstiya semadê li gorî beşa yekemîn bi qasî 1200 ton e.
Û sedema derengxistina belavkirina beşa duyemîn ji ber dorpêçkirina herêmê ye.
Rewşa leşkerî ya kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa gihandina destekê ji bo hin gundewarên kantonê asteng dike.”
El-Xelîl da zanîn ku Piraniya gundan nêzî eniyên şer in , ev jî xebata belavkirin sotemeniyê asteng dike.
Ehmed El-Hemûd yek ji cotkarên navçeya Eyn Îsa ye got :
“Sotemenî li wan hate belavkirin û ew miqdara ku wergirtine ji bo wan bes e.
Ji bo avdana zeviyên çandiniyê demên wê yên taybet hene û nabe were derengxistin:”