RÊVEBERIYA XWESER Û ÊLÊN EFRÎNÊ LÊKIRINA DÎWARÊ PARÇEKIRINÊ ŞERMEZAR DIKIN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê û nûnerên eşîrên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyên cuda lêkirina dîwarê parçekirinê û binpêkirnên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destwerdana derve di aloziya Sûriyê de bû sedema dirêjkirina alozî, rûxandin û koçkirina neviyê şêniyên Sûriyê.

Du daxuyaniya aliyan de wiha hat gotin;

Siyaseta demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandora pozîtîv di aliyê binesazî û yekbûna xaka Sûriyê û têkbirina rêxistina terorê de kir.

Aloziya Sûriyê bi niyetên Tirkiyê û girêdana wê bi rêya Osmaniyan û têgeha wê ya dagirkeriyê ji xaka Sûriyê re derbasî pêvajoyeke nû dibe û bi hemû cureyên qirêj û bi rêya desteka ji DAIŞ`ê re ev yek meşand.

Leave a Reply

Back to top button