Mihemed Elî El-Ibo: Dagirker ji aramiya herêmê ne razî ne lewra êriş dikin

6 sal bi ser damezrrandina darmezarandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, re derbasbûn. Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ibo got: “Dagirker ji ewlehî û aramiya herêmê ne razî ne lewra hewl didin bi êrişan têk bibin.”

Bi boneya salvegera 6’emîn Rêveberiya Sivîl a Minbicê, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ibo ji ANHA’yê nirxandin kir.

Mihemed Elî El-Ibo di axaftina xwe de girîngî da avakirina Rêverberiya Sivîl ya li herêmê û got:

“Gel piştî ku ji zilma DAIŞ’ê rizgar bû, derbasî qonaxeke nû a, ewlehî, aramî û demokrasiyê bûn.”

Her wiha El-Ibo behsa guhertinên binesaziya Minbicê ên ku Rêveberiyê di van salên serbasbûyî li herêmê avakiriyê kir.

Mihemed El-Ibo da zanîn ku dewleta Tirk bi van pêşketinan nerazîye û bi êrişên xwe yên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Mihemed Elî El-Ibo di dawiyê da zanîn ku bi saya hevgirtina welatiyan û Rêveberiyê, plan û êrişên li ser herêmê bi ser nakevin.

Back to top button