Komîteya amadekar a Newrozê ya wanê bernameya xwe eşkere kirin

Coş û kelecena amadekariyên ji bo Newroza îsal li seranserê Kurdistanê didomin. Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Newroza îsal a Wanê dê di 20’ê adarê de li Keleha Wanê bê pîrozkirin. Komiteyê bang li her kesî kir ku biherikin qadên Newrozê. Rêxistina HDP’ê a Dersimê jî ji bo Newroza ku 19’ê adarê were pîroz kirin belavok belav kirin.

Ji roja sembola gelê Kurd yê serhildanê Newrozê re demekî kêm maye.

Ji bo pêşwazîkirina vê roja pîroz, gelê Kurd bi coş û kelecanekî mezin amadekariyan dikin.

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê têkildarî bernameya Newroza îsal civînek çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên Kurdistanî û demokratîk û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn.

Komîteya Amadekar : Newroza îsal wê di 20’ê Adarê de li keleha Wanê bê li dar xistin

Di daxuyaniyê de hate ragihandin Newroza îsal a li Wanê dê di 20’ê adarê de li Keleha Wanê bê pîrozkirin.

Di civînê de Hevberdevka Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Mehtap Işik axivî û hemû kes vexwend Newrozê.

Komîteya Amadekar : Bila her kes biherikin qadên Newrozê

Hevberdevkê komîteyê Ahmet Guler jî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê li navenda bajêr û navçeyên wê dest pê kirine.

Ahmet Guler jî bang li her kesî kir ku biherikin qadên Newrozê.

Hevserokê partiya herêmên Demokratîk DBP’ê yê Wanê Çetîn Uyar jî di daxuyaniyê bal kişande li ser tecrîda Rêber Apo.

Hevserokê DBP’ê Çetîn Uyar: Hevîdarim ku Newroza îsal bibe wesîleya azadiya Rêber Apo

Hevserokê DBP’ê Uyar Newroz pîroz kir û hevî kir Newroza îsal bibe wesîleya azadiya rêber Apo.

Civîna çapemeniyê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Rêxistina HDP a dersîmê ji bo Newrozê belavok belav kirin

Di çarçoveya amadekariyên ji bo Newrozê de, li bajarê Dêrsimê jî belavok hatin belavkirin.

Rêxistina HDP’ê a Dersimê, ji bo Newroza ku 19’ê adarê li Qada Seyîd Riza were pîroz kirin, belavok belav kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî tev li xebatan bû.

Endamên HDP’ê yên xebat dimeşandin li hin kolanan bi erbaneyan govend gerandin.

Back to top button