Tevgera Azadî banga tevlibûna Newroza Qendîlê li gelê Başûr kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi daxuyaniyekê bang li gelê Başûr kir ku tevlî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bibin.

Tevgera Azadî li Silêmaniyê derbarê mijarê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê Cîgira Hevseroka Tevera Azadî Tara Hisên ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Newroz sembola rojek nû di heman demê jî serkeftina gelên azadîxwaz a li dijî Dehaqê zordare û got:

Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya têkoşîn û berxwedanê.

Hîna agirê Newrozê geşe û meşaleya Newrozê di destê keç û xortên Kurdan de ye.

Niha ji her demê zêdetir çavê dagirkeran li ser xak, welat, ziman û çanda Kurda ye.”

Di dawiyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin ku tevlî pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê bibin.

Amadekariyên ji bo Newroza Mexmûrê jî destpêkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî, ji bo pîrozbahiya Newrozê kolan û cadeyên giştî yên nava wargehê bi al û posterên Reber Ocalan, alên KCK, PKK, YPJ û YJA Star hat xemilandin.

Back to top button