Li Londrayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin

Li Londrayê bi amadekariya rêxistinên ciwanan ji bo azadiya Rêber Ocalan meşek hat lidarxistin.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer ji bo azadiya Rêber Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meşa ku ji ber avahiya Mala Gel a kevin destpê kir, heta ber Navenda Civaka Kurd a Harîngeyê dewam kir.

Di meşê de dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de pirtûkên destan ên ku paradîgmaya Rêber Ocalan vedibêje hatin belavkirin.

Li ser navê tevgera ciwanên Londrayê Kawa Çekdar axivî û diyar kir ku heta azadiya rêberê xwe bi dest bixin wê tevgera ciwanan li qadan bin.

Ciwanan piştî meşê tevlî merasîma bîranîna Anna Campbell a Brîtanyayî ya ku li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin li avahiya Navenda Civaka Kurd hat lidarxistin, bûn.

Back to top button