Komîteyên lihevanînê du eşîre li hev anîn

Komîteyên lihevanînê û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Hesekê nakokiya 5’an a di navbera eşîrên Bobilan û Gabaran de çareser kir.

Bi amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Aştiya Navxweyî û kesayetên civakî, merasîma lihevanîna eşîrên Bobilan û Gabaran hat lidarxistin..

Sedema nakokiyê sala 2017’an ji ber qezayeke tirafîkê derket ku tê de Salar Idrîs Hesen ê ji eşîra Bobilan jiyana xwe ji dest da..

Konê merasîmê ji aliyê eşîra Gabara ve li taxa Salihiyê ya Hesekê hate vedan.

Şêwirmenda Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka axivî û got:

“Ji hemû pêkhateyan tê xwestin ku li gorî rêgezên neteweya demokratîk û biratiya gelan bi hev re bijîn.”

Ji qebîleya Cibûr, Şêx Hesen El-Mislit jî diyar kir ku ev kon ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye vedan û got: “Ev nîşaneya resenbûn û biratiya gelan e.”

Piştre serokê Komîteya Lihevanînê ya Hesekê Rêşad Xanim spasiya kesên ku di vê lihevanînê de hazir bûne kir.

Back to top button