Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di 7 salên derbasbûyî de herî kêm 10 hezar û 200 zarok li Yemenê hatine kuştin û birîndarkirin.
Nûnerê UNICEF’ê yê Yemenê Philippe Doamel di daxuyaniyekê de got:
“Ji dema gurbûna şer li Yemenê ve an ku ji derdora 7 salan ve, zêdetirî 10 hezar û 200 zarokan hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gorî hin rapora Ûnicefê di 2 mehên destpêka îsal de li gelek herêmên Yemenê herî kêm 47 zarok hatin kuştin û birîndar bûne.
UNICEF’ê bang li aliyên ku şer dikin kir ku sivîlan li her herêmekê biparêzin û got:
“Divê parastina ewlehiya zarokan were misogerkirin.”