JI BER KU NAXWAZIN JI MALÊN XWE DERKEVIN RASTÎ LÊDAN Û ÊŞKENCEYÊ TÊN

Dagirkirin, kuştin û talan kirin.

Lê ev hemû jî bi têra wan nekir. Ango dilê dagirkeriyê rehet nekir.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ku Efrîn dagir kirine, bi hemû hovîtiya xwe hewl didin Efrînê wêran bikin.

Kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi hovîtiya xwe dewam dike.

Hat zanîn ku komên çete li gundên Kokana Jorîn û ya Jêrîn ên navçeya Mabata hewl dan şêniyan bi zorê ji malên wan derxînin.

Lê hema şêniyên herdu gundan ev yek qebûl nekirin û li hember çeteyan derketin.

Ji ber vê, çeteyan xortê bi navê Mihemed Cemîl Mihemed ê 33 salî bi hovane êşkence kirin.

Li hember vê yekê hêrsa şêniyan gur bû û daketin xwepêşandanê.

Ji ber tirsa çeteyan ji girseya şêniyên gund, gule bi ser wan de berdan.

Di encamê de yek jê zarok 10 kes birîndar bûn.

Navên birîndaran jî ev in:

– Elîfe
– Mihemed Cemîl Mihemed
– Cemîl Omer
– Emîne
– Mihemed Betal
– Nezîr
– Henan Misto

Her wiha piraniya şêniyên gund û bi taybetî Hisên Ebû Hisên û Hisên Mihemed bi hovane hatin êşkencekirin.

Hat zanîn ku çeteyên Fasîl El-Hemzat herdu gund dorpêç kirine.

Leave a Reply

Back to top button