“Xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê ne”

Siyasetmedar û rewşenbîrên Til Temirê diyar kir ku xweparastin û tevgera li gorî şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê li hember planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ji rêveberên meclisa PYD’ê ya li Til Temirê Idrîs Yûnis derbarê mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.

Idrîs Yûnis diyar kir ku Armanca êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e û got :

“Ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2012’an ve êrişên herêmê dike.

Her wiha piştî têkbirina êrişên çeteyên DAIŞ’ê ser girtîgeha Sînaayê, armanca aliyên dijber eşkere dikin.”

Yûnis da zanîn ku bêdengiya hêzên garantor hewldan û lihevkirinên aliyên herêmî û navneteweyî nîşan dide..

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya Akademiyên Civaka Demokratîk Ebduletîf El-Bedewiye jî got :

“Her kes êrişên derve, di serî de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dibîne.

Li gel van êrişan şerê taybet jî tê meşandin.

Rêbaza yekene ya ji bo bersivdayîna van êrişan xweparastsin e.”

Back to top button