Tîma Endezyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li bajarê Reqayê mayînek bê bandor kir.
Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Di daxwiyaniyê de hate gotin :
“Welatiyekî agahî da ku li nêzî nexweşxaneya Reşîd a li kolana Nûr tiştekî bi guman heye.
Li ser vê yekê hêzên me û Tîma Endizyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan yekser berê xwe da deverê.
Ji bo parastina welatiyan derdor dorpêç kir.
Di encama kontrolkirinê de hate zanîn ku mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ye û bêyî ku zirar derkevin, ew rakirin.”
Tîma endezyariyê di dawî de bang li welatiyan kir ku dema cismekî bi guman dîtin, yekser agahiyê bidin navendên ewlekariyê.