Li Tebqayê endamekî Asayîşê bi bombeyeke DAIŞ’ê birîndar bû

Li Tebqayê bombeyeke çeteyên DAIŞ’ê bi erebeke ku endamên Hêzên Asayîşê tê de bûn, hat teqandin.

Asayîşê ragihand ku di wê teqînê de endamekî wan birîndar bûye..

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyeke nivîskê diyar kir ku duh li Tebqayê saet 10:30 çeteyên DAIŞ’ê ji dûr ve bombeyek bi erebeyeke ji cureyê Van ve teqand.

Li gor Asayîşê di wê teqînê de endamekî wan birîndar bûye û ew birin nexweşxaneyê û yekser dever hat dorpêçkirin.

Berî wê jî Asayîşê eşkere kir ku tîmên wan ên endeziyariyê mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê bêyî ku ziyanê çêke, bê bandor kir.

Back to top button