Rûsya: 4 hezar navendên leşkerî yên Ûkraynayê hatine bêbandorkirin

Şerê Ûkrayna 19 roj in bi hemû dijwariya xwe didome. Encama û bîlançoya zirerên vî şerê her diçe giran dibe. Her aliyekî şer jî hem Ûkrayna û hem jî Rûsya li gorî xwe encamên şer bi par ve dike. Herî dawî Wezareta Parastina Rûsya got:
“Heta niha 4 hezar binesaziyên leşkerî yên Ûkraynî hatine bêbandorkirin. Û 15 hezar leşkerên Ûkranî hatine kuştin.” Ûkrayna jî dibêje: “Hêzên me heta niha13 hezar leşkerên Rûsî kuştine.” Li aliyekî din biryar e îro şandeyên Ûkranî û Rûsî ji bo agirbestê bicivin. 

18 roj bi ser şerê li Ûkraynayê re derbas dibin û îro jî di roja 19’an de ye.

Vî şerî heta niha ziyaneke mezin li pey xwe hiştiye û hîna jî didome.

Gelek bajarên Ûkraynayê di encama êrişên Rûsyayê de xira bûne û wêraniyeke mezin li ser erdê çêbûye.

Ji bilî wê sivîl jî ji vî şerî nefilitîn û ziyaneke mezin dîtin.

Her aliyekî şer jî rojane li gorî xwe bîlançoya şer radigihîne.

Herî dawî Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov bi daxuyaniyekê ragihand heta niha 4 hezar navendên leşkerî yên Ûkraynayê hatine bêbandorkirin.

Konaşenkov diyar kir hêzên wan li herêma Lvîv 180 leşkerên biyanî ku ji bo şer hatine Ûkraynayê kuştine.

Doh jî Wezareta Parastina Rûsyayê ragihandibû hêzên wan heta niha zêdetirî 15 hezar leşkerê Ûkranyî kuştine.

Zelensky: Heta niha zêdetirî 13 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî bi daxuyaniyekê ragihand 13 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin.

Zelensky sekna NATO’yê jî rexne kir û got:

“Ger qada hewayî neyê girtin, bêyî ku hûn pê bihesin wê mûşek bikevin axa we jî.

Wê axa NATO’yê jî were bombebarankirin.”

Beşa lezgîn a Ûkraynayê ragihand vê sibê balafirên Rûsî avahiyeke 9 qatî li taxa Obolensky a paytext kievê bombebaran kir.

Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Serdozgeriya Ûkraynayê: Heta niha 85 zarok hatine kuştin

Serdozgeriya Ûkraynayê jî ragihand ji 24’ê Sibatê ve û heta niha hêzên Rûsî 85 zarok kuştine û zêdeyî 100 kes jî birîndar kirine.

Ji bo şer û rewşa heyî jî, dibe îro aliyên Ûkrayna û Rûsyayê careke din li hev bicivin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kir ku hewildanên agirbestê didomin û ew dixwazin bigîhîjin encamekê.

Back to top button