Şevê din li bajarê Kerkûkê li pey hev rêze teqîn pêk hatin.
Di encama teqînan de 5 kes mirin û 18 birîndar bûn.
Serokê Eniya Sedir, Muqtedir El Sadir li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
Divê berpirsên Kerkûkê ji kar werin dûrxistin û êdî Kerkûk ji vê rewşê rizgar bibe.
Şevê din li bajarê Kerkûkê li pey hev 6 teqîn pêk hatin.
Midûryeta Polîsan a Kerkûkê ragihand ku her 6 teqîn li Şaraa Kadus pêk hatine.
Du teqîn li taxa Quds, sê teqîn li ser rêya Bexda û teqînek jî li cadeya Mierez rûdan.
Li gorî agahiyan 3 teqîn ji ber bombeyên berê hatibûn bicihkirin pêk hatiye.
Du teqînê din jî bi wesayîtên bombebarkirî pêk hatine.
Piştî teqînê polîsên federal û artêşa Iraqê li herêmê ketin nava tevgerê.
Birîndar li 3 nexweşxaneyên cuda yên Kerkûkê tên dermankirin.
MUQTEDIR EL SEDIR:
DIVÊ BERPIRSÊN KERKÛKÊ JI KAR WERIN DÛRXISTIN
Li aliyê din Serokê Eniya Sedir, Muqtedir El Sadir li ser mijarê daxuyaniyek da.
Sedir got Kerkûk bûye qurbanê gendelî û pêşbaziya netewetiyê.
Sedir da zanîn ku divê berpirsên Kerkûkê ji kar werin dûrxistin û êdî Kerkûk ji vê rewşê rizgar bibe.
Û divê kesên ku karê wan parêzgehan di destê wan de ye jî werin dûrxistin.”