Tevgera Nuceba ya Iraqê: Divê helwesta li hember êrişa Îranê li hember Tirkî jî were raberkirin

Dewleta Tirk û Îran kengî bixwazin êrişî Başûrê Kurdistanê dikin, lê aliyên siyasî li hember hin êrişan bêdengin hinekan jî xwedî helwestin, ango nêzîkatiyeke du rû heye.

Serokê Tevgera Nuceba Ekrem Keebî ku tevgerek Şîeyên Iraqê ye diyar kir ku bi salane Tirkiye axa Iraqê dagir dike çima heta niha ti helwesteke li hember Tirkiye derneketiye.

Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeke paye bilind ya Iraqê serdana Hewlêrê kir

Duh Îranê bi îdaya armanc girtina hêzên Mosadê bi 12 mûşekan êrişî Hewlêrê kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Başûrê Kurdistanê 2 sivîl birîndar bûn.

Li hember van êrişan aliyên siyasî yên Başûr, Amerîkî, Tîrkî û Iraqê bertekên şermezariyê derketin.

Lê dema dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dikin aliyên navborî bêdengin û nêzîkatiyeke du rû raber dikin.

Têkildarî mijarê Serokê Tevgera Nuceba Ekrem Keebî ku tevgerek Şîeyên Iraqê ye,daxuyaniyeke da,

Ekrem Keebî diyar kir ku di êrişa duh ya ser Hewlêrê de piştrast bû ku kesên ser bi MOSAD’ê hatine kuştin, cihên Tirkiye û Emerîkayê dagirkirine, wê bibin armanca rewa ya berxwedana Iraqê.

Serokê Tevgera Nuceba ji bo lêkolînkirina hebûna MOSAD ya li Hewlêrê lijneyek lêkolînê pêşniyarkir, lê bi şertê ku di lijneyê de partiya Barzanî û alîgirên wî nebin.

Ekrem Keebî di dewama daxuyaniya xwe de nerazîbûnek tund nîşanî bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê da û got;

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê, bê navber dewam dikin.

Rojane dewleta Tirk gund û herêmên Iraq û Herêma Kurdistanê bombebaran dike, lê ti helwestek cidî li hemberî wê nînin.”

Serokwezîrê Iraqê mistefa Kazimî serdan hewlêrê kir

Weke piştgirî ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê beriha çend saetan Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeke paye bilind ya Iraqê serdana Hewlêrê kir.

Şande li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Tê payîn ku Kazimî bi rayedarên herêmê re bicive.

Back to top button