Di topbarana li ser Kîevê de 2 kes hatin kuştin

Rûsya her roja derbas dibe êrişên xwe yên li dijî Ûkrayna dijwartir dike. Li nava paytext Kîevê, alarmek zêde heye. Dengê sîrenan ji nava Kîevê bilind bûn. Di topbarana Rûsya ya li ser Kîevê de, 2 sivîl hatin kuştin. Aliyan careke din li gorî daneyên xwe yên ji hev cuda bîlanço eşkere kirin. Di vê navberê de, lîderê Çeçenîstanê Kadîrov yê weke “piyadeyê Putin” tê binavkirin, ragihand ku li Ûkrayna ye.

Ûkrayna, dengê sîrenan kêm nabe.

Bi dengê sîrenan re paytext Kîev bûye cihê armanca êrişên Rûsya.

Di encama topbaran li avahiyeke 9 qatî ketî de, 2 kes hatin kuştin.

Ji avahiyê 63 kes hatin derxistin.

Di heman demê de, hêzên Rûsya êrişî kargeha Antonov kirin.

Li bajarê Sûmî yê dikeve bakur-rojhilatê welat jî heman rewş heye.

Di saetên şevê de, careke din bajar di nava êrişek dijwar de ma.

Li bajarê Ahtirka yê eyaleta Sûmî di êrişan de, 3 kes hatin kuştin.

Ûkrayna: 140,000 kes hatine veguhestin

Cîgira serokomarê Ûkrayna Îrina Vereşuk ragihand ku wan kariye doh 140 hezar kesî ji herêmên şer bo cihên din veguhêzin.

Vereşuk anî ziman ku ji ber êrişên Rûsya, alîkariya ji bo bajarê Mariupolê hatî şandin negihişt cihê xwe.

Ûkrayna: 389 tank, 77 balafir û 90 helîkopterên Rûsya hatin têkbirin

Serfermandariya Ûkraynayê bîlançûya dawî ya navbera 24’ê Sibat û 13’ê Adarê eşkere kir.

Li gorî vê;

Nêzî 13 hezar leşkerên artêşa Rûsyayê yên ku êrîşî Ûkraynayê kirin hatin kuştin.

77 balafir, 90 helîkopter, 389 tank, 1249 wesayîtên zirxî, 150 top, 64 pergalên avêtina roketan û 34 pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê hatin têkbirin.

Her wiha 617 wesayît, 3 botên leza sivik, 60 wesayîtên sotemeniyê û 8 balafirên bêmirov yên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rûsya: 3,920 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatine têkbirin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov li paytext Moskowayê daxuyaniyek da û diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Rûsyayê û rêveberiyên bi navê cudaxwaz ên li Donbasê li Ûkraynayê bi pêş ve diçin.

Konaşenkov ragihand ku 3 hezar û 920 binesaziyên leşkerî yên artêşa Ûkrayna hatine têkbirin.

Lîderê Çeçenîstanê Kadîrov li Ûkrayna ye

Di bê navberê de lîderê Çeçenîstanê Remezan Kadîrov li Ûkraynayêye.

Çeçenîstan ku yek ji herêmên di bin federaliya Rûsyayê de ye, bi alozî û lîderê wê Kadîrov hertim balkişandiye.

Kadîrov anî ziman ku ji bo hevdîtina li gel leşkerên welat yên li derdora Kîevê, serdana herêmê kiriye.

Televizyona Çeçen Grozny dîmenên ku Kadyrov li odeyeke tarî bi leşkerên Çeçen re diaxive ji hesabê xwe yê Telegramê parve kir.

Hat îdiakirin ku leşker û Kadîrov li ser operasyoneke 7 kîlometre li nêzî Kîevê axivîne.

Back to top button