Di hilbijartinên li Kolombiya de, Gerîlla Petro biser ket

Di hibijartinê de, “Pakt a Dîrokî” ku hêza bingehîn a muxalîfê desthilatdariya muxafazakar e, li Senato ya ji 102 kursiyan 17 endam bi dest xist û bû yekemîn. Niha jî “Pakt a Dîrokî” xwe ji hilbijartina serokomariyê ya ku wê Gulanê pêk were de amade dike.

Li Kolombiya ji bo hilbijartina Senato û baskê jêrîn yê Parlamentoyê bendewariyek zêde hebû.

Beriya hilbijartina 13’ê Adarê pêk were, bangek zêde li 39 milyon hilbijêrê hate kirin ku biçin ser sindoqan.

Doh piştî van bangan, Kolombiyan berê xwe dan navendên hilbijartinê.

Gerîllayê berê Gûstavo Petro ku derbasî ‘Pêşverûtiya demokratîk a civakî bû” di hilbijartinê de bi ser ket.

Pakt a Dîrokî ku rêxistiniyeke çepgir e, li hemberî desthilatdariya rastgir encameke dîrokî bi dest xist.

Pakt a Dîrokî li Senato ya ji 102 kursiyan, 17 endam bi dest xist û derkete pêşiya hemû hêzên din ên kevneşop.

Li baskê jêrîn ê parlamentê jî koalîsyona çepgir ji 165 kursiyan 25 kursî bi dest xist û cihê xwe di rêza duyemîn de girt.

Partiya Lîberal 32 kursî bi dest xist û bû partiya yekemîn.

Partiya ‘Navenda Demokratîk’ a Serokomarê rastgiriya tund Îvan Dûqûe derbeke giran di hilbijartinê de xwar.

Navenda Demokratîk sala 2018’an di hilbijartinan de temsîliyeta herî bilind li Senatoyê bi dest xistibû.

Gûstavo Petro piştî ku encam hatin eşkerekirin got,

“Pakt a Dîrokî, di dîroka Komara Kolombiyayê de encama herî pêşverû ya baş bi dest xist.”

Em li ber wê yekê ne ku di tûra destpêkê de di hilbijartinên Serokomariyê de bi ser bikevin.”

Hilbijartinên Serokkomariyê wê 29’ê Gulanê bê kirin.

Di hilbijartinan de wê Îvan Dûqûe careke din nebe namzet.

Hikumeta muxafazakar a ku ji ber nelirêtiyê bûye cihê nerazîbûnan divê namzetekî nû diyar bike.

Back to top button