921 ROJ IN LI WANÊ ÇALAKÎ QEDEXE NE

921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê, bal kişandin ser vê qedexeya walîtiyê û hişyar kirin ku ev yek dibe ku di civakê de bibe sedema aloziyê.

Piştî hewldana darbeyê bi hinceta Rewşa Awarte ya hat ragihandin, 21’ê Mijdara 2016’an li Wanê biryara qedexekirina çalakiyan hat girtin.

Li bajêr tam 921 roj in ev biryar didome.

Ev biryar geh mehekê geh jî 15 rojan didome û cardin tê dayîn.

Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên li Wanê bal kişandin ser vê yekê û diyar kirin ku dibe ku ev qedexebûyîn di civakê de bibe sedema aloziyê.

Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede, Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Bedrî Yamaç , Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet û Serokê CHP’a Wanê Mehmet Kûrûkçû diyar kirin ku niha civak hatiye asêkirin û gotin:

“Armanca sereke tirs e.

Divê xwepêşandanên aştiyane û mafê xweîfadekirinê hebe.

Astengkirina vê wê bibe sedema aloziyê.

Loma divê qedexeyên bi vî rengî bi dawî bibin.”

Leave a Reply

Back to top button