Li Kobanê du malbat li hev hatin

Li bajarê Kobanê, Komîteya lihevanînê du malbatên ku beriya salekê ji ber pirsgirêkên malbatî nakokî di nava wan de derketibûn li hev anîn.

Îro li bajarê Kobanê, Komîteya lihevanînê ya herêma Firatê, du malbatên ku beriya salekê nakokî di nava wan de derketibû li hev anîn..

Lihevanîn bi amadebûna bi dehan rûspî, şêniyên Kobanê, serokeşîrên Kurd û Ereb û bi koordîneya bi meclisa Rêveber a herêma Firatê re pêk hat…

Herdu malbatên ku hatin lihevanîn, malbata Îbrahîm Misto û Cimo Keço ên ji eşîra qerîşan bûn û nakokî ji ber pirsgirêkên malbatî derketibû ku di encamê de ferdê ji malbata Misto jiyana xwe ji dest dabû…

Li meclisa Rêveberiya kantona Kobanê merasîm hat lidarxistin..

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û kesên axivîn spasiya malbatan kirin ku di van şert û mercên hesas de karibûn van nakokiyên xwe bidin alî û li hev bên.

Back to top button