Yekitiya Êzidiyan: Bila dewleta Tirk ji ber sûcên li Efrînê kiriye bê darizandin

Bi rasthatina salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê, Yekitiya Êzidiyan a Helebê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Efrîn bi birêxistinkirina gel a di bin sîwana neteweya demokratîk û xwiş û biratiya gelan de, ji cîhanê re bû mînak.

Dewleta Tirk bi êrişên ev bajarê pirreng dagir kir û gelê wê koçber kir.

Piştî 4 salan gelek sivîl jin û zarok jî dinav de hatin revandin.

Xwezaya wê hat şewitandin, gor û mezargehên wê hatin rûxandin û kevir li ser kevir nehiştin.

Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd siyaseta guhartina demografiyê dide meşandin, da ku xewna Osmaniyan zindî bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan yên navnetewî hat kirin ku sînorekî ji dagirkeran re deynin û ji ber sûcên xwe, li pêş raya giştî ya cîhanê bên darizandin.

Back to top button