Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 4. komxebata xwe lidarxist û tê de mijara pêkanîna sîstema Birêvebirinê di Rêveberiya Xweser de hate nîqaşkirin.
Di komxebatê de li ser Sîstema Birêvebirinê nîqaş hat kirin û derbarê wê de sinvezyonek hate nîşandan.
Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Merwa Dirî’î derbarê komxebatê de axivî û diyar kir ku armanc ji vê komxbatê pêkanîna sîstema birêvebirinê di Rêveberiya Xweser de ye.
Merwa anî ziman ku hin encamên vê komxebatê derketine û dê li herêmên Rêveberiya Xweser pêk were.