ERDOGAN BANGA RAWESTANDINA ŞERÊ LI IDLIBÊ DIKE

Di demeke ku karwanên leşkerên dewleta Tirk a dagirker rojane ji bo piştgiriya çeteyên li Idlib û Hemayê derbasî Sûriyê dibin, Erdogan bi riya peywendiyeke telefonê bi serokê Rûsiyayê Pûtin re li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûrî teqez dike.

Duh ji bo guftûgokirina rewşa heyî ya Sûriyê, pêwendiyeke bi riya telefonê di navbera Erdogan û Serokê Rûsiyayê Viladîmer Pûtin pêk hat.

Tevî ku alavên leşkerî û kerwanên leşkerên Tirk ji bo piştgiriya çeteyên li Idlibê rojane derbasî Sûriyê dibin, Erdogan bi riya telefonê ji Pûtin re pêwîstiya rawestandina şerê li Idlibê vegot.

Erdogan diyar kir ku divê girîngî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê were dayîn.

Hêjayî gotinê ye duh di heman roja ku peywendî di navbera Pûtn û Erdogan de çêbû, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 30 erebên şer û tank di dergeha Kefer Losîn a sînorî li Idlibê, derbasî herêma Morik li bakurê Hemayê kir.

Beriya niha jî zêdetirî 50 erebeyên dewleta Tirk derbasî başûrê Heleb û rojhilatî Idlibê bûn.

Leave a Reply

Back to top button