PDK’ê li Hewlêrê endameke din a HDP’ê ev 5 roj girtiye bernade

‘Divê PDK di zûtirîn dem de Musa Çiftçî berde’ Kurdên Bakûrê Kurdistan yên ji ber siyaseta Erdogan xwe dispêrin Başûrê Kurdistan ji aliyê PDK’ê ve tên girtin. Yek jî ji wan Endamê HDP’ê Musa çî ye.

Doh êvarê Encûmena Welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, li Parka Nalî ya Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê li ser girtina endamê HDP’ê Musa Çiftçî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber dewleta Tirk ceza li Musa birî Musa berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Musa ev şeş salin li Başûrê Kurdistanê dijî, di 10’ê Adarê de dema ji bo pêşwazîkirina malbata xwe çû Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin.

Encûmenê di daxuyaniya xwe de siyaseta PDK’ê ya li hember endamên HDP’ê rexne kir û got:

Ev siyaseta PDK’ê dişibe ya dewleta tirk an binçavdike an jî dersînor dike.

Em dizanin dewleta tirk dijmin e gelo PDK çi ye?

Hevalê me li dijî siyaseta hikûmeta Herêmê ti xeletî û bêrêziyek nekiriye.

Em bang dikin demildest Musa were berdan.

 

Back to top button