Bernameya çalakiyên Newrozê ya Elkê wê îro were eşkerekirin

Ji niha ve li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bîrozbahiyên Newrozê dest pê kirine. Îro li naveya Elkê ya Şirnexê yekemîn agirê Newrozê tê pêxistin.
Li gundên Amed û Navçeya Izmîrê jî welatiyan agirê Newrozê pêxistin û govend gerandin. 

Li Bakurê Kurdistanê Newroza îsal wê bi slogana “Dem dema serkeftinê ye” were pîrozkirin.

Bernameya çalakiyên li navçeya Elkê ya Şirnexê îro wê were eşkerekirin.

Ji bo wê, duh şandeyek ji KCD, DBP û HDP’ê, berê xwe da Elkê.

Şêniyên navçeya Elkê şande bi def û zirneyê û bi govend û tilîliyan pêşwazî kir.

Girse û şande bi berzkirina sloganan heta avahiya HDP’ê ya navçeyê meşiyan.

Îro wê li navçeyê, Newroz li quntara Çiyayê Katoyê bê pîrozkirin.

Li aliyê din Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê jî ragihand wê Newroz li quntarên Keleha Wanê were pîrozkirin.

Li Wanê 20’ê Adarê û li Erdîşê jî wê 17’ê Adarê Newroz were pîrozkirin.

Li gundê Zorava yê Amedê agirê Newrozê hat vêxistin

Li gundên Zorava yê Amedê jî agirê Newrozê hat vêxistin.

Di pîrozbahiyê de slogan hatin berzkirin û govend hat gerandin.

Li Izmîrê çalakiyên ji bo Newrozê dest pê kirin

Li bajarê Tirkiyê Îzmîrê jî Newroz wê 20’ê Adarê li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yekemîn çalakiya pêxistina agirê Newrozê li navçeya Konakê pêk anî û li dora agir govend hat gerandin.

Back to top button