Samî Yûsif temenê xwe bi têkoşînê derbas kir

Duh me çîroka Umran Xilêf ê ji pêkhateya Ereb bi were parvekir .. 121 cangoriyên azadiyê.. Ev encama şerê li dijî DAIŞ’ê yê li bajarê Hesekê bû. Ji wan 121 şehîdan Samî Yusif e. Samî Yusif Endamê Hêzên Asayîşê ye . Samî di dema êrişê de yekser beşdarî Pêngava Gurzê Gelan dibe û di oxira parastina gelê xwe ji terora çeteyan de şehîd dibe. Bav û Dayika şehîd dibêjin ew bi şehadeta kurê xwe serbilindin ..

Ji şehîdên pêngava Gurzê Gelan a li Hesekê, Samî Yusif e.

Şehîd Samî Yusif ji taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê ye.

Samî 9`ê Çileya 2019`an tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe.

Piştre cihê xwe di nava tîmên operasyonan de digire.

Malbata şehîd Samî li ser jiyana wî ji ajansa Hawarê axivîn.

Bavê wî, Ibrahîm anî ziman ku Samî ji ber hezkirina wî ji kar re di sala 2019 tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû.

Îbrahîm da zanîn ji ber vîna wî ya xurt, ji 75 endaman, Samî tê hilbijartin da ku perwerdeyan bide.

Îbrahîm dibêje Samî êvara 22`yê Çileyê dighêje bajarê Hesekê..Roja din yekser tev li şer dibe..

Hevsera şehîd Samî, Seni Yûsif jî l iser jiyana hevserê xwe wiha axivî.

Back to top button