HIN KESÊN XERAB LI PEY VAN ŞEWATAN E Û DIXWAZIN ABORA HERÊMÊ DERBE BIKIN

Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê balkişand li ser şewata zeviyên ceh û genim yên di demên dawiyê de li herêmê pêk tên.
Rêveberiyê banga hişyariyê li gel ki û xwest her kes bi baldarî tevbigere.
Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Hevî Mistefa jî got;
Rêveberî hemû hêza xwe ji bo parastina berhemên çandiniyê bikar tîne.
Ji bo kesên gumanbar yên hatine binçavkirin jî lêpirsîn didome.

Agir bi rûberên berfireh ji hilberînên genim û ceh yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket.

Li gorî daneyên rêveberiya xwser rûberên ku şewitîne bi 20 hezar hektar tê texmîn kirin.

Ev dane jî beriya şewata li til hemîs û Tirbespiy ne.

Bi vê yekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 25 hezar hektar zevî şewitîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Rêveberiya xweser diyar kir ku hin kesên xirab li peyv van şewatan e ku dixwazin aboriya herêmê derbe bikin.

Rêveberiya xweser ji bo rêgirtina li pêşiya vê diyardeyê ev bang li cotkar û şêniyan kir:

Li ser vê yekê em bang li şênî û cotkdaran dikin ku bi aliyên têkildarî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên leşkerî û rêveberiyên sivîl re bibin hevkar, zeviyan biparêzin û rê li ber diyardeyên xirabkirinê re bê girtin. Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe daye parastina sivîlan, erebeyên agirkujê û alavên vemirandina agir da ku dawî li vê diyardeyê bîne.

HEVSEROKA DESTEYA HUNDIRÎN A RÊVEBERIYA XWESER HÊVÎ MISTEFA:
HEMÛ KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN GUMANBAR IN

Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa jî encamên lêpirsînên desteyê yên girêdayî şewatan eşkere kirin.

Hêvî Mistefa diyar kir ku desteyê tevahiya hêzên xwe di tevahiya rêveberiyan de ji bo hêsankirina mewsima çinînê û rê li pêşiya şewatan bigirin, amade kirine û got:

“Tevahiya kesên ku heta vê kêliyê hatine binçavkirin, gumanbar in û heta niha tawanbariya kesekî nehatiye isbatkirin.

Lêpirsîn dewam in heya ku kesên li dû bûyerên şewatê bên zanîn.

Hêvî destnîşan kir ku şaneyên razayî yên DAIŞ`ê berpirsên şewatan in û soz da cotkaran ku wê lêpirsînên xwe bidomînin heta ku kesên berpirsên bûyerên şewatan bigirin.

Ji xwe çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî fermî ji rojnemeya Nebi re berpirsyariya şewatên hilberînên li Iraq û Sûriyê girt serxwe.

Leave a Reply

Back to top button