Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê encamên şer û aloziya Sûriyê a 11 salan eşkekre kir. Li gorî çavdêriyê 610 hezar kes hatine kuştin û zêdeyî 2 milyon kes birîndar bûne. Nêzî 13 milyon kes li hundir û derveyî welat jî koçber bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi daxuyaniyekê encamên şer û aloziya Sûriyê eşkere kir.
Çavdêriyê ragihand ji destpêka aloziya Sûriyê ve 610 hezar kes hatine kuştin.
Li gorî çavdêriyê 160 hezar û 681 kes winda ne.
Li gorî rapora çavdêriyê:
139 hezar û 457 sivîl di bombarana hêzên hikumeta Şamê û li girtîgehan di bin êşkenceyê de hatine kuştin.
8 hezar û 649 sivîl bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
Li gorî rapora çavdêriyê hejmara hêzên leşkerî ku hatin kuştin jî 338 hezar û 976 in:
91 hezar û 267 endamên hêzên hikumeta Şamê.
67 hezar û 242 endamên komên alîgirên hikumeta Şamê û Îranê.
Hezar û 712 endamên Hizbullaha Lubnanê.
8 hezar û 628 endamên komên alîgirên Îran û Rûsyayê yên biyanî.
107 hezar û 988 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker.
41 hezar û 101 çeteyên DAIŞ`ê.
266 çeteyên ne ji Sûriyê yên alîgirên Rûsyayê.
238 leşkerên artêşa Tirk a dagirker.
2 hezar û 832 kesên nasnameyên wan ne diyar.
Çavdêriyê diyar kir ku zêdeyî 55 hezar welatî di bin êşkenceyê de li girtîgehên hikumeta Şamê hatine kuştin.
Zêdeyî 3 hezar û 200 sivîl û leşkerên li girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê de çaranûsa wan diyar in.
Çarenûsa zêdeyî 4 hezar û 100 dîlgirtiyên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê nayê zanîn.
Zêdeyî hezar û 800 kesên revandî li cem çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ`ê hene.
Nêzî 13 milyon welatî li derve û hundirê Sûriyê koçber bûne.
Her wiha binesazî, nexweşxane, dibistan û milkên taybet û giştî wêran bûne.