Salvegera 4. a şihadeta Hêlîn Qereçox

Îro salvegera 4. a şihadeta şervana enternasyonalîst Hêlîn Qereçox e. Şehîd Hêlîn li dijî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li ber xwe da û bi wêrekî şehîd bû.

Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê, bû şoreşa gelan.

Di heman demê de bala tevahî jinên Şoreşger yên cîhanê kişandiye ser xwe.

Ji hemû netewan jin bûn perçeyek ji vê şoreşê.

Yek ji wan jî şoreşgera enternasyonalîst Helîn Qereçox bi nasnav Anna Campbell e.

Hêlîn êrişa dewleta Tirk a 25’ê Nîsana 2017’an li Qereçoxê qebûl nekir û tevlî YPJ’ê bû.

Hêlîn Qereçox bi fedakartiya xwe ya di jiyanê de di dilê gelê herêmê de cih girtibû.

Di Pêngava Xezeba Firatê de li çeperên şer li ber xwe dida.

Herî dawî bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê re, berê xwe dide wir..

Şervana enternasyonalîst ji bo vê êrişê ev nirxandin kiribû:

”DAIŞ tenê rûyekî pergala koletî û faşîzmê ye. Hişmendiya desthilatdaran tu carî nayê guhertin her demê yeke. Hêzên ku êrîşî Efrînê dikin hişmendiya wan û DAIŞ’ê heman e. Li hemberî rêhevalên me Artêşa Nato ya 2. heye li hemberî vê artêşê şer û fedekariyekî mezin tê kirin. Di vê wextê de li kêleka şervanê qehreman li hemberî vî dijminî şer kirin ji bona min Rûmeta herî mezine”…

Hêlîn Qereçox ji bo li dijî dijmin şer bike xwedî biryardariyeke mezin bû.

Li gorî wê ”Azadî bi berdêlên giran tê bi dest xistin” derbasî eniyên berxwedanê bû.

Li gel hevalên xwe têkoşîn û lehengiyeke xurt raber kir.

Ew 15`ê Adara 2018’an bi 3 rêhevalên xwe re di şerekî dijwar de digigihêje asta şihadetê.

4 sal bi ser şihadeta wê re derbas dibin.

Her roj jî soza têkoşîn û berxwdanê yê rêhevalên wê li hember dijmin dûbare dibe.

 

Back to top button