Mîthat Sancar: HDP wê lîstikan vala derxîne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna Koma partiyê a Meclisê de axivî û diyar kir desthilatdariya Erdogan her winda dike êrişê HDP’ê dike û got, “Doza komployê ya Kobanê û operasyonên din, berhemên van êrişan e. Wê di Newrozê de jî diyar bibe bê ka wê kî bi ser keve.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna Koma Meclisê li dar xist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê di civînê de rojevên heyî nirxand.

Mîthat Sancar di serî de qurbaniyên komkujiyên Qamişlo, Helebçe û Gaziyê bi bîr anî û da zanîn ku tevî hemû komkujiyan jî yek gavek jî bi gelê kurd paşde nedane avêtin.

Sancar, diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li dijî kujeran û zîhniyeta wan bidomînin, hesabê ji wan bipirsin.

Sancar bal kişand ser teklîfa qanûnê ya hilbijartinê ya AKP-MHP’ê û got,

“Vê zîhniyeta ku welat ber bi karesatê ve biriye, niha jî hewl dide bi lîstikên nû hebûna xwe bidomîne.

Her desthilatdariya ku winda dike, hewl dide bi guherandina qanûnên hilbijartinê re hejmara parlamenteran wekî berê bihêlin.

Ev hesaba wan dê li dîwarê HDP’ê biqelibin û vala derkeve.”

Sancar di dewam axaftina xwe de qala êrişên ser HDP’ê kir û got,

Mîthat Sancar: Desthilatdarî her winda dike êrişî HDP’ê dike

“Desthilatdariya heyî her ku winda dike êrişên xwe yên ser HDP’ê zêdetir dike. Doza komployê ya Kobanê û operasyonên din, berhema van êrişan in.”

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û diyar kir desthilatdarî, ji zilmê têr nabe û wiha dewam kir,

“Ger hûn bixwazin cewhera desthilatdariyekî nas bikin li kiryarên girtîgehan binêrin. Vaye zilma li hevala me Aysel Tugluk tê kirin berçavan e.

Tugluk, îradeya me ya siyasî, rûmeta me û yek ji sembolên têkoşîna jinê ye. Ev zilm jî ji ber vê nasnameya wê tê kirin.

Em mecbûr in ku li dijî vê zilmê bisekinin. Têkoşîna hevpar, berpirsyariya me tevan e.”

Têkildarî helwestên li dijî şerê Ûkraynayê jî Sancar ev tişt anî ziman:

“Li dijî şer û dagirkeriya li Ûkraynayê ne lê dema mijar dibe Efrîn, piştgiriyê didin. Ev yek durûtî ye. Heke hûn ewqas aştîxwaz bin, destpêkê pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê çareser bikin û xwedî lê derkevin.”

Mîthat Sancar di dawiya axaftina xwe de jî got,

“Vaye Newroz tê. Heke sala 2022’yan sala fînalê be, yek ji xalên herî girîng jî Newroza 2022’yan e. Dê di Newrozê de diyar bibe bê ka dê kî bi ser keve.”

Back to top button