Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere kir

Li bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin.
Îro Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bernameya pîrozbahiyên Newrozê ên li herêmê eşkere kir. Her wiha li Konbanê jî şahiyek ji bo Newrozê ji zarokan re hate lidarxistin.

Ji vêxistina agirê Newrozê tenê çend roj mane..

Di van rojan de jî gelê herêmê bi çalakiyên cuda Cejna Newrozê pîroz dikin.

Di vê çarçoveya de, îro Rêveberiya Xwesera a Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere kir.

Bi dehan endamên meclisên kantona Qamişlo, Hesekê û Kongra Star di civînê de amede bubûn.

Daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveberiya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis ve hate xwendin.

Telet Yûnis da zanîn ku wê Newroza îsal bi dirûşma “Bi îradeya gelan, em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber Apo” pîroz bikin.

Di daxuyaniyê de Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên îsal hate eşkerekirin û hate diyarkirin ku wê di saet 10:00’an dest pê bike û saet di 15:00’an de bi dawî bibe.

Li gorî daxuyniyê wê Newroz li Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê bên pîrozkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Newroz li hemû gelan hat pîrozkirin banga tevlêbûna Newrozê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de agirê Newrozê hat vêxistin û govend hate gerandin.

Zarokên Kobanê bi şahiyekê Newroz pîroz kirin

Her wiha li navenda Çand û Huner ya Baqî Xado a li bajarê Kobanê jî bi rasthatina 21’ê Adarê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.

Bi dehan zarokên kobanê tev malbatên xwe beşdarî şahiyê bûn.

Kurdî- Elî Hesekê- 2022-3-15-kobane-nuce-li-ser-newroza-zarokam

Paşê komên stran, Muzîk, Govend û Şano berhemên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button