QSD’Ê BI DEHAN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI GUNDEWARÊ DÊRA ZORÊ GIRTIN

Şervanên QSD’ê bi biryarin ku li herêmê ewlekariyê biparêzin.
Di vê çarçoveyê de şervanên QSD’ê li gundewarên Dêra Zorê ev du rojin dest bi oparasyona li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê kiriye.

Pêngav doh saet 1:30’ê şevê ji du baskan ve despêkir.

Baskê yekemîn, ji aliyê Kesra ve û baskê duyem jî ji aliyê Şedadê ve despêkir.

Di pêngavê de şervan bi baldarî her tiştî kontirol dikin.

Heta niha di encama oparasyonê de zêdeyî 20 çete hatine girtin û herêmeke berfireh ji çolistana hesekê jî hatiye paqijkirin.

Hêzên koalîsyonê jî bi rêya hewayî piştevaniya pêngavê dike.

Tê payîn di saetên pêş de Hêzên QSD’ê li ser encama giştî ya pêngavê daxuyaniyekê bide.

Leave a Reply

Back to top button