Hevdîtina navbera Dibeybe û Başaga bo hefteya bê hate taloqkirin

Lîbyayî ji 2011’an ve li asoyek aramiyê digre. Lê tevî 11 sal derbas bûn, hêrsa deshilatdarî û destwerdana derve nehiştiye ku li welat aramî pêk were. Herî dawî Ebdulhemîd Dibeybe yê li ser kursiyê serokwezîrtiyê rûniştî, dest ji deshilatê bernade. Di demekê ku alozî zêde dibe de, Fethî Başağa dubare kir ku hikûmeta wî ji bo têkeve paytext Trablusê wê serî li tu şer û tundiyê nede.

Zêdebûna têkiliyên bi ‘hikûmeta nû’ ya ji aliyê Meclîsa Nûneran a li Lîbyayê ve hatiye hilbijartin, dibe sedema nirxandinên ku welatên rojavayî nêzî naskirina hikûmeta Başaga bibin.

Hate hînbûn ku ‘hevdîtina rasterast’ ya ku tê plankirin di navbera Serokwezîrê hikumeta demkî Abdulhamîd Dîbeybe û Fethî Başaga de bê kirin, ji bo hefteya pêş hat taloqkirin.

Başaga li Tûnisê bi Balyozê Trablusê yê Spanyayê Javier Larache re hevdîtin kir û rewşa dawî yên siyasî yên li Lîbyayê nirxand.

Di daxuyaniya ku ji teref Buroya Çapemeniyê ya Başaga ve hat dayîn de, hat ragihandin ku her du alî li hev kirine piştgiriyê bidin hilbijartinên giştî yên li welat ku di dema hatî diyarkirin de pêk were.

Başaga diyar kir ku hikumeta wî wê ji bo derbasbûna patext Trablusê ti şer û tuniyê bikar ne êne.

Meclisa Nûneran a Tobrukê di rûniştina xwe ya 10’ê Sibatê de ragihand ku erka hikumeta demkî bi dawî bûye û ji bo vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê berê Fethi Başağa wek serokwezîr hilbijart.

Back to top button