Salvegera 34’an a komkujiya Helebçe

Bêguman meha Adarê weke mehên dîtir tijî şahî û şînî ne ..

Yek ji wan rojên bi êş û di bîra hemû her kesî de ye komkujiya Helepçe ..

Berî 34 salan weke îro Rejîma Baas a Iraqî ,li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê komkujiyeke pêk anî..

Tê de bi yek carê 5 haeza kes hatin qetilkirin ..

Û bi hezarn birîndar bûn .

Helepçe weke deqeke reş li ser eniya mirovahiyê ye.

Xwedî çîrokeke dûr û dirêj e..

16’ê Adara 1988’an balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser Helebçeyê ..

Kurd bu qurban şerê di navbera Îran û Iraqê.

Bi yek carê 5 hezar kurd bi xaza xerdal a kîmyewî hatin qetilkirin.

Bi 10 hezaran Kurd jî seqet man.

Dema ku dem derbasbû êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bûn û li erşê xwedê sekinîn.

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar Kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema..

Bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.

Bi hezaran kesan jî çavên xwe wendakirin.

Li hemberî vê komkujiyê weke hercarî cîhan bêdeng ma..

Lê her cîhan çend kerr û lal be jî wê gelê kurd ku xwdî fikra azad e, êdî nehêle Helebceyeke din rû bide

Back to top button