Pîştî hevdîtina Erdogan û neçîrvan PDK hêzeke mezin şand Heftanînê

Her dema ku serokê herêma Başûrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kiriye, piştî wê yekser Başûr an jî Rojavayê kurdistanê rastî êrişên Tirkiyê hatiye.
Piştî hevdîtina dawî ya Neçîrvan Barzanî bi Erdogan re, duh PDK’ê hêzeke mezin şand qada gerîla ya Heftanînê.
Li dijî vê tevgerê PYD’ê daxuyanî da, ev tevger şermezar kir
PYD’ê tevgerên leşkerî yên PDK’ê yên li herêmên gerîlayan şermezar kir û got: “Ev qonaxa hestiyar hişyariyê li ser îhtîmala rûdana şerekî dide ku dê ji bo gelê Kurd karesteke be.”

Her dema berpirsên PDK’ê û Erdogan hatine gel hev, piştî wê her dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistan an jî Rojava kiriye.

Beriya niha û taybet piştî serdana Neçîrvan Barzanî ji bo Tirkiyê, dewleta Tirk a dagirker êrişî Mexmur, Şengal û Dêrikê kir.

Beriya du rojan careke din Neçîrvan Barzanî li bajarê Antalyayê li gel Erdogan hevdîtin kir.

Piştî vê hevdîtinê doh hat ragihandin PDK’ê hêzeke mezin a leşkerî şandiye qadên gerîla li herêma Heftanînê.

PYD: Rûdaneke şer di navbera hêzên PDK û gerîla wê PDK berpirsiyar be

Têkildarî liv û tevgerên PDK’ê yên li herêmên Başûrê Kurdistanê ku gerîla lê hene, Meclisa Giştî ya PYD’ê daxuyaniyek da.

PYD’ê şandina hêzên çekdar ji bo qadên gerîla şermezar kir û got:

“PDK di vê pêvajoya hestiyar de liv û tevgera xwe yên leşkerî li qadên gerîla zêde dike.

Ev yek nîşaneyên rûdana şerekî di navbera gerîla û hêzên girêdayî PDK’ê de ye ku mîna şerên berê kareseteke mezin ji gelê Kurd re bîne.

Hêzên gerîla ji gelê Kurd ê her çar aliyê Kurdistanê pêk tê û li her derê gelê Kurd diparêze.

Gerîla bersiva êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr dide.

Her şerek li hemberî gerîla wê bandorên mezin li xizmên gerîla û tevahî gel bike.

Wê demê wê PDK’ê jê berpirs be.”

PYD: Divê partiyên Kurdî li dijî PDK’ê xwedî helwest bin

PYD’ê bang li PDK’ê kir ku dev ji siyaseta ku dikeve xizmeta Tirkiyeya faşîst berde û destkeftiyên Kurdan nexe metirsiyê.

Her wiha bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê kurd kir ku bi hev re li dijî siyasetên PDK’ê xwedî helwest bin û nehêlin şerê navxweyî rû bide.

Back to top button